Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandinekê belav dike
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê, li ser hêrişkirine ser hejmareke geştyarên Kurd li Tirkiyê û girtina wan, ragehandinek belav kir.
K24- Hewlêr
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê, li ser hêrişkirine ser hejmareke geştyarên Kurd li Tirkiyê û girtina wan, ragehandinek belav kir.
Di wê ragehandinê de hatîye: Xuya ye Ala ya Herêma Kurdistanê, alayeke destûrîye di nav Îraqê de û berê jî li firokexane û holên pêşwazîyê, li Tirkiyê hatîye danan, bo pêşwazîkirinê li şandên Herêma Kurdistanê.
Herweha Hatîye, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, ji bilî derbirîna nîgeranîyê li ser wê bûyerê, alîyên peywendîdarên Herêma Kurdisatnê jî raspart daku li gel berpirsên Tirkiyê biaxivin.
Deqa wê ragehandinê:
Ragehandinek ji alîyê gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ve li ser girtina geştiyarên Herêma Kurdistanê li Tirkiyê.
Di çend rojên burî de, çend welatîyekên Herêma Kurdistanê li bajarê Tirabzona Tirkiyê hevrûşî hêriş û destdirêjîyê bûne bi egera wê yekê ku vîyane li gel alaya Kurdistanê wêneyê bigirin, duv re jî hatîne girtin û dixwazin wan bidin dadgehê.
Aşkere ye, ala Kurdistanê, alayeke destûrîye di nav Îraqê de û berê jî li firokexane û holên pêşwazîyê li Tirkiyê hatîye danan bo pêşwazîkirinê li şandên Herêma Kurdistanê.
Lew serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, ji bilî derbirîna nîgeranîyê ji evê bûyerê, alîyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê raspart ku li gel berpirsên Tirkiyê biaxivin, heya ku bi zûtirîn dem geştiyarên Herêma Kurdistanê bihên azadkirin.
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê
Duhî çend malperên Tirkiyê belavkiribûn ku girûpeke geştiyarî yên Kurd ji Başûr serdana çiyayeke devera Çiyakar li bajarê Terabzonê kiribûn û yek ji geştyaran vîyabû li gel alaya Kurdistanê wêneyê bigire, lê ji alîyê hejmareke tirkan ve hêriş kirn ser wî û bi egera wê yekê jî 9 geştîyarên Kurd hatin girtin.
#Turkish locals attack #Kurdish tourists because they were taking picture with a #Kurdistan flag #Trabzon pic.twitter.com/ZiLPpQOdqy
— Harem Jaafer (@HaremJaafer) July 19, 2019