Serok Barzanî: Hêzên Asayiş û Dijeterorê yên Kurdistanê cihê bawerî û şanaziyê ne
Piştî desteserkirina tawanbarên êrîşa teroristî ya roja 17ê Tîrmehê li ser xwaringeheke Hewlêr û ji aliyê hêzên Asayişê û Dijeterora Herêma Kurdistanê ve, Serok Barzanî di peyamekê de destxweşiyê li wan hêzan dike û spasiya xelkê Kurdistanê dike, ku her dem hevkarê hêzên ewlehiyê ne.
K24 – Navenda Nûçeyan

Deqa peyama Serok Barzanî:
Piştî kiryara terorîstiya roja çarşem 17.07.2019 ku li yek ji xwaringeheke Hewlêrê rû da û dîplomatkarekî Tirkiye û du hemwelatiyên sîvîl ên Kurdistanê bûne qurbanî, xweşbextane îro hêzên Asayîş û Dijeterorê Kurdistanê karîn encamderê sereke yê tawanê û hevkarekî wî destgîr bikin.
Gelek bi germî destxweşiyê li qehremanên Asayîş û Dijeteror û hemû dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê dikim ku karîn bi zûtirîn dem tawanbaran destgîr bikin û wekî herdem selmandin ku cihê bawerî û şanaziyê ne.
Her wiha spas ji bo hemwelatiyên delal ku li vê demê de hevkar û piştevanê hêzên ewlehiyê bûn. Xelk û dezgehên ewlehiyê careke din dane xuyakirin ku Kurdistan tu demekê nabe pêgeha terorê û tu tawanbarek jî, ji çavên xelkê dilsozê Kurdistanê û heloyên dezgehên ewlehiyê yên Kurdistanê wenda nabe.
Her ji vir ve daxwaz ji hemû aliyek dikim kêşeyên xwe neynin nav Kurdistanê û nebin sedema gihandina ziyanê bi xelkê Kurdistanê.
Mesûd Barzanî
20.07.2019