Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê her dem wek pêgeheke aram û ewle dimîne
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de destxweşî li hêzên Asayiş, Dijeteror û hemû hêzên ewlehiyê dike, ku karîn tawanbarek û hevkarên wî di bûyera teroristî ya xwaringeha Hewlêrê de bibînin û desteser bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de spasiyê li welatiyên Herêma Kurdistanê jî dike û radigihîne, Herêma Kurdistanê bi keda van kurên dilsoz û bi hevkariya welatiyên me, her dem wek pêgeheke aram û ewle dimîne.
Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Bi germî destxweşiyê li hêzên Asayiş û Dijeterorê û hemû hêzên ewlehiyê yên din dikim, ku di demeke gelekî kêm de karîn encamderekî û hevkarên kiryara teroristî ya xwaringeha Hewlêr bibînin, ku mixabin bi sedema wê dîplomatkarekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan.
Ev serkeftin berhema dilsozî û şevxewnekirina wan hêzan e, ku bûne parêzerê aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê. Herwiha spasî li welatiyên Herêma Kurdistanê dikim ku bi berdewamî piştevan û hevkarê dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bûne.
Herêma Kurdistanê bi keda van kurên dilsoz û bi hevkariya welatiyên me, her dem wek pêgeheke aram û ewle dimîne.
Serokê Hikûmeta Herêma Kuridstanê Mesrûr Barzanî
21/7/2019