ENKS û Îtîlafê rewşa Rojavayê Kurdistanê guftûgo dikin

Li Stenbolê bi beşdariya aliyên siyasî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û serkirdeyên opozîsyona Sûriyê de kombûnek hat kirin.

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê bi beşdariya aliyên siyasî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û serkirdeyên opozîsyona Sûriyê de kombûnek hat kirin. Di kombûnê de li gel rewşa koçberên Kurdên Sûriyeyî, rewşa sîyasî û civakî û ewlehiya Rojavayê Kurdistanê jî hat gotûbêjkirin. Nûnerekî ENKS di nav Îtîlafê de di kombûnê de ragihand ji destpêka şoreşa Sûriyê heta niha serok Barzanî ji bo bidestxistina mafên xelkê Rojavayê Kurdistanê û xelkê Sûriyeyê piştgiriyek gelek daye wan lewma hem ew hem jî serkirdeyên îtîlafê rola serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelekî giring dibinin.

Ji aliye îtîlafa opozîsyona surîyê ya ku endamên ENKS ê jî li tê de cih digirin li Stenbolê kombûneka li ser Kurdên rojavayê Kurdistanê hat pêkanîn. Di kombûnê de serokê îtîlafa opozîsyona Sûriyê Enes Al Ebde, Cihgirê Serokê Îtîlafê Ebdilhekîm Beşar, nûnerê ENKS yê di nav îtîlafê de Ebdulla Gedo û gelek nûnerên dî yên partiyên sîyasî yên Rojavayê Kurdistanê beşdar bûn.Di vê kombûnê de li ser pirsgirêkên ewlehî, civakî, aborî û sîyasî yên xelkê Rojavayê Kurdistanê û hemû Sûriyê hatin guftugokirin û giringiya zêdekirina pêwendiyan di navbera aliyan de hat kirin.

Nûnerê ENKS yê dinav îtîlafê de Ebdulla Gedo divê kombûnê de ragihand ji bo çareserkirina pirsgirên xelkê Rojavayê Kurdistanê û xelkê Sûriyê Serok Barzanî herdem alîkarî û piştgiriyek gelek mezin daye wan ji ber hem ew hem jî serkirdeyên îtîlafa opozîsyonê rola Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî di çareser kirina pirsgirêkên Sûriyê de gelekî giring dibinin.

Ebdulla Gedo ji K24ê re got: ''Serok Mesûd Barzanî re têkilî û helwestek gelek taybet ya me heye, wek palpiştekî gelek mezin e ji bo Kurdên Sûriyê re, di warê netewî û cografî jî di navbera me de têkiliyeke xurt heye. Ji derstpêka şerê Sûriyê helwesta Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê gelekî erênî bû. Herdem piştevaniyê dike ji doza Kurdî ya Li Sûriyê re û ji tevahiya xelkê Sûriyê û şoreşa wan piştevaniya wî berdewam e heta îro jî.''

Emîndarê Giştî yê îtîlafa opozîsyona Ebdilbasit El Weys jî di kombûnê de ragihand beşek ji sîyaseta opozîsyona Sûriyê ew e ku li gel hemû pêkhateyên cida yên Sûriyê hevdîtinên taybet pêk bînin û îro jî wan xwestiye pirsgirêkên Kurdên Sûriyê guftugo bikin.

Ebdilbasit El Weys dibêje: ''Em wek îtîlafa opozîsyona Sûriyê hevdîtinan bi hemû pêkhateyên Suriyê re pêk tînin. Hevdîtinên me yên îro jî bi Kurdan re bû. Me xwest em guhdariya pirsgirêk û arîşeyên wan bikin û pêşniyarên wan bizanin da ku em bikarin bi hev re gavên baştir biavêjin.''

Di vê kombûna ku li gel aliyên Kurdî yên Sûriyê re hatî rêvebirin de li gel rewşa giştî ya Rojavayê Kurdistanê, rewşa Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê koçberî Tirkiyê bûyîn hat axaftin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyîn herdu aliyan biryar dan ku li gel hevdu pêwendiyên xurtir danin.