Li Diyarbekirê kesek hat kuştin û polîsek birîndar bû

Li navçeya Rezanê yê Diyarbekirê di encama şerekî de kesek hate kuştin û polîsekî taybet jî birîndar bûye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Rezanê yê Diyarbekirê di encama şerekî de kesek hate kuştin û polîsekî taybet jî birîndar bûye.

Peyamêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, li bajarokê Rezanê hêzên ewlehiyê avêtin ser malekê û şer derket. Di encama şerî de kesek hatiye kuştin ku ji aliyê medyaya Tirkiyê ve wekî endamê PKKê tê behskirin. Herwiha polîsek jî birîndar bûye.

Wezareta Navxwe jî belav kir, piştî bûyerê jin û mêrek ku xwediyê malê ne hatine desteserkirin.