Bi hewla Hikûmeta Herêmê 11 şivanên Kurd hatin azadkirin
11 şivanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê li sînorê Hacî Omeran ji aliyê hêzên Îranî ve hatibûn desteserkirin, bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin azadkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
11 şivanên Kurd ên Başûrê Kurdistanê li sînorê Hacî Omeran ji aliyê hêzên Îranî ve hatibûn desteserkirin, bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin azadkirin.
Peyamnêrê K24ê li devera Soranê da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi berpirsên Îranê re pêwendî kir, û 11 şivan û pezên hatine desteserkirin, hatin azadkirin û vegeriyan Herêma Kurdistanê.
Pêştir Rêvebirê Nahiya Hacî Omeran Ferzeng Ehmed ji K24ê re ragihandibû, Îro danê sibê hêzên Îranî 4 K.M derbasî nava sînorê Herêma Kurdistanê bûbûn û 11 şivanên Kurd û zêdetir ji 400 seriyê pez desteser kiribûn.
S. B