Desteya Destpakîyê pêşniyaza damezirandina civateke taybet bi berengarbûna gendelîyê dike

Desteya Destpakîyê pêşnyaza damezirandina civateke taybet bi berengarbûna gendelîyê li Kurdistanê dike ku rasterast ser bi serokê hikumetê ve be daku bi tundtirîn awayî berengarî gendelîyê bibe.

K24- Hewlêr

Desteya Destpakîyê pêşniyaza damezirandina civateke taybet bi berengarbûna gendelîyê li Kurdistanê dike ku rasterast ser bi serokê hikumetê ve be daku bi tundtirîn awayî berengarî gendelîyê bibe.

Serokê Desteya Destpakîyê dibêje:Ew civat glelek giringe bo kêmkirina gendelîyê li Herêma Kurdistanê û pêwîste perleman çavdêrîyê li ser karên wê civatê bike û ew pêşnîyaz jî hatîye şandin bo Civata Wezîran daku genegeşeyê li ser bikin.

Endameke perlemana Kurdistanê dibêje: Pêwîste bilindtirîn desthilat serperiştîya wê Civatê bike daku bi tundî berengarî gendelîyê bibe. Herweha dibêje: Divê civatê hemû desthilateka biryardanê hebe bo rûbirûbûna gendelîyê.

Di pêşnîyaza desteya destpakîyê de hatîye, ji bilî ku serokê Civata Wezîran serperiştîya wê civataê bike, herweha her yek ji serdogerê giştî, Desteya Destpakîyê, Dîwana Çavdêrîya Darayîyê û Fermangeha Hevahengîyê û Dûvçûnê jî di wê Civatê de endam bin, Ev jî piştî rawêjakrîyê li gel serokatîya Civata Wezîran endamên wê Civatê bihên dîyar kirin.