Fermandeyên Pêşmerge piştîvanîyê li kabîne ya nû dikin

Fermande yên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê, destxwşîyê li pênagavên destpêkê yên hikumeta Herêma Kurdistanê dikin û tekez dikin ew berevanîyê li her pêngavekê dikin ku armanca wê çaksazî be. Hevdem daxwaz ji hikumetê jî dikin ji xizmetkirina Pêşmergeyan jî texsîrîyê neke.

K24- Hewlêr

Di demekê de ku pêngavên destpêkê yên hikumetê ji alîyê xelkê û alîyên sîyasî ve pêşwazîyeke berçav jê hatkirin, ji alîyê hêzên Pêşmerge yan ve jî ûmêdek mezin durist bûye, nemze jî di pirsa çaksazîyê de. Wek Ceifer Şêx Mistefa, fermandeyê yeke ya 70 ya hêzên Pêşmege tekez dike: di evê pirsê de bervanîyeke merdane li hikumetê dikîn û amaje bi wê yekê jî dide, ku piştîvanî ya hêzên Pêşmerge bo kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê, xemsarî têde nîne, daku hikumet  serkevtî be di karên xwe de bo xizmetekirina  zêdetir a xelkê û avedanikirina Kurdistanê.

Herweha dibêje: Tevaya xelkê Kurdistanê ûmêd bi hikumeta Herêma Kurdistanê heye ku guhertinên mezin dê encam bide.

Bi egera rûbirûbûna Daişê û kirîza darayî di salên burî de, hikumeta nekarî wek pêwîst bi pêr daxwazîyên Pêşmergeyan ve biçe, lê niha fermandeyên hêzên Pêşmergeyan çaverê gelekê ye ji hikumetê. Li ser vê yekê jî, Sîrwan Barzanî, serperiştyarê mihwera Mexmûrê yê hêzên Pêşmerge tekez dike ku wan çaverêyeke gelek heye ji kabîneya nû û me ûmêd heye xizmeteke zêdetir bo Pêşmerge bihê kirin.