Mesrûr Barzanî: Mamoste Zamdar nivîskarekî niştimanperwer bû
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata nivîskar û rojnamevan Ferîd Zamdar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata nivîskar û rojnamevan Ferîd Zamdar kir.
Şeva bûrî nivîskar û rojnamevanê navdarê Kurd Ferîd Zamdar koça dawiyê kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Mixabin nûçeya koça dawiyê ya nivîskar û medyakarê naskirî yê Kurdistanê Ferîd Zamdar me bihîst.”
Mesrûr Barzanî serxweşî arasteyî malbat û dostên Ferîd Zamdar kir û tê de got: “Mamoste Ferîd Zamdar nivîskarekî niştimanperwer û bi helwest bû. Xwedê di bihuşta xwe de şad bike û aramî û dilniyabûnê bide malbat wê.”
Ferîd Zamdar sala 1952an li bajarê Hewlêrê jidayik bû. Ferîd Zamdar yek ji rojnamevanên naskirî yên Kurdistanê bû û di salên 2004 ta 2006 Serokê Ofîsa Silêmaniyê yê Yekîtiya Rojnamevanên Kurdisanê bû.
S. B