Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li malbata Ferîd Zamdar kir

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamek da, bi helkefta koça dawî ya Mamosta Ferîd Zamdarê Helbestvan ve, pirse û serxweşiyê li malbat û kesukarên xwedê jêrazî kir.

K24- Hewlêr

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di peyamek da, bi helkefta koça dawî ya Mamosta Ferîd Zamdarê Helbestvan ve, pirse û serxweşiyê li malbat û kesukarên xwedê jêrazî kir ku eve jî naveroka wê ye:

 

Nûçeya koça dawî ya şaîrê diyarê Kurdistanê xwedê jêrazî Mamosta Ferîd Zamdar gihîşt min. Bi vê boneya xemgîn ve pirse û serxweşiyê li malbat û kesukar û dost û hevalê wî û li helbestvan û nivîskar û edebdostên Kurdistanê dikim, hevbeşê xema wanim. Xwedayê mezin ruh û giyanê xwedê jêrazî bi bihûşt şad bike û hedar û sebirê bide me hemûyan.

Bîranîna Mamosta Ferîd Zamdar bi berhem û peyv û şî’irên xweşik û bi hêz, herdem li cîhana edeba Kurdî da bi zîndî dimînê.

 

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.07.2019