Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze pirisgirêkên hilpesartî li gel Bexdayê çareser bike
Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze, pirsgirêka deverên Kurdistanî yên li derve ya rêveberîya Herêmê û pirsgirêka petrol û gazê bi temamî çareser bike û li gel Bexdayê bigehe rêkkevtinê.
K24- Hewlêr
Hikumeta Herêma Kurdistanê dixwaze, pirsgirêka deverên Kurdistanî yên li derve ya rêveberîya Herêmê û pirsgirêka petrol û gazê bi temamî çareser bike û li gel Bexdayê bigehe rêkkevtinê.
Li ser evê mijarê, endamê Komîte ya Darayîyê, di perlemana Îraqê de, Ehmed Sefar daxwaz dike, lez bihê kirin di yekalîkirina dosê ya petrol û gazê, çunku eger ev pirsgirêk yek alî nebe; di budce ya 2020 de, pirsgirêk bo pişka Herêmê durist dibin.
Li gor nerîna Cemal Herutî, cêgirê serokê Komîteya Deverên Kurdistanî yên Derve ya Rêvebrîya Herêmê, divê vegerandina Pêşmerge û asayîkirina rewşa devrên Kurdistanî yên derve ya Rêveberîya Hermê bikeve berîya çareserkirina pirsgirêka petrol û gazê û bi zûtirîn dem rêkkevtin li ser evê yekê bihê encamdan.