ENKS: Avakirina rêveberiyeke hevbeş deverê ji gefên Tirkiyê diparêze
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radgehîne, avakirina rêveberiyeke hevbeş li rojhelatê Feratê, dê deverê ji gefên Tirkiyê biparêze.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radgehîne, avakirina rêveberiyeke hevbeş li rojhelatê Feratê, dê deverê ji gefên Tirkiyê biparêze.
Derbarê gefên Tirkiyê li ser rojavayê Kurdistanê de, Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Nihmet Dawûd ji K24ê re got, gefên Tirkiyê di demekê de tên, niha pirsa avakirina herêma ewle di navbera Amerîka û Tirkiyê de tê guftûgokirin û Tirkiye bi van gefan dixwaze hin mercên xwe bicih bike.
Got jî: Daxwaza me ji herêma ewle ew e, bi rêveberiya xelkê deverê be û wan biparêze û dilniyabûnê jî li cem welatên cîran çê bike, ku ev dever ti metirsiyê li ser wan çê neke. Heta ev dever bê avakirin jî, divê di bin serperiştiya navdewletî de be.
Ragihand jî, Amerîka dixwaze çareyekê ji metirsiyên Tirkiyê bibîne û ew yek jî tenê bi avakirina rêveberiyeke hevbeş ji hemû pêkhateyên navçeyê re dibe û dê bibe cihê rihetiyê li cem hemû aliyan.
Herwiha got jî: ENKS wek hêzeke siyasî di nava proseya siyasî de û bi hêza xwe ya leşkerî Pêşmergeyê Roj ya ku bi ti aliyekî re neketiye nakokiyan, dikar bi pêkhateyên re ji bo avakirina arman alîkar û beşdar be û bi awayekî erênî rola xwe bibîne.
S. B