Li Qendîl û Zaxoyê, Firoke yên Tirkiyê hêz û bingên PKKyê burdûman dike

Evro firoke yên Tirkiyê çend deverek li binara Qendîl burdûman kirin û bi egera wê yekê jî agir kevte pûş pawnên deverê.

K24- Hewlêr

Evro firoke yên Tirkiyê çend deverek li binara Qendîl burdûman kirin û bi egera wê yekê jî agir kevte pûş pawnên deverê.

Bînerên wan burdûmanan bi Kurdistan24 ragehandin, firokeyan heft caran li ser hev burdûman kirine û cihê serekeyê burdûmanê jî devera Kopte Gurge bûye ku dikeve di navbera Kûrtek û gundê Bire Dê.

Di dawîya meha burî de, firokeyên Tirkiyê navçeyên nêzîkî evî cihî burdûman kiribûn û bi egera wê jî sê hevwelatîyan canê xwe ji destdabûn û pênc welatîyên din jî birîndar bibûn.

Her di vê çarçoveyê de, evro li sinûrê devera Berwarî Bala li ser rêya di navbera nahye ya Kanî Masê û Qeza ya Zaxo, firokeyên Tirkiyê otombêleke burdûman kir û di encam de gerîlayeke PKKyê hat kuştin û dû yên din jî birîndar bûn.