Goran, roja hilbijartina Xaneya Raperandinê destnîşan dike

Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran, roja 14ê Îlonê, bo hilbijartina Xaneya Raperandinê destnîşan dike.

K24- Hewlêr

Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran, roja 14ê Îlonê, bo hilbijartina Xaneya Raperandinê destnîşan dike.

Huşyar Ûmer, endamê Civata Niştîmanî ya Tevgera Goran ji Kurdistan24 re ragihand, di civîna îro ya Civata Niştîmanî de, roja 14ê Îlonê bo hilbijartina Xaneya Raperandinê hatiye destnîşan kirin.

25ê vê mehê, ango sibe, temenê Xaneya Raperandinê bidawî dibe, ku piştî koça dawî ya Newşêrwan Mistefa, Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran, di sala 2017an de hate hilbijartin û ligor peyrewa navxweyî ya Goran, temenê Xaneya Raperandin 2 sal e û ji 7 endaman pêk tê.