Ev şev şandeka bilinda Îraqê digehe Herêma Kurdistanê
Ev şev şandeka bilinda Îraqê digehe Hewlêrê û li gel berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê dest bi gotûbêjan dike bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
K24- Hewlêr
Ev şev şandeka bilinda Îraqê digehe Hewlêrê û li gel berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê dest bi gotûbêjan dike bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Li gor zanyarîyên çavkanîyeke agahdar, biryare ev şev, şanedeka hikumeta Fedral, ku pêkhatîye ji: Fûad Husên, wezîrê darayîyê û cêgirê serok wezîran, Samir Xezban, wezîrê petrolê û cêgirê serok wezîran bo karûbarên wize, Falih Feyaz, rawêjkarê asayîşa nîştîmanî û Ebû Cihad Elhaşimî, rêvebrê nivîsîngeha Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê, bigehe Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û li gel hikumeta Herêma Kurdistanê bicive.
Şanda Îraqî di serdana xwe de bo Herêma Kurdistanê gotûbêjan dike li ser pirsên hevpişik û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Seredana evê şandê piştî serdana Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Kurdistanê bo Bexdayê dihê ku li gel Adil Ebdulmehdî, serok wezîrên Îraqê rêkkevtibû çend komîteyekan bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest bi gotûbêjan bikin.