Şandeke Hikûmeta Iraqê bi berpirsên Hikûmeta Herêmê re dicive
Şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê li Hewlêrê ye û biryar e îro bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke bilind a Hikûmeta Iraqê li Hewlêrê ye û biryar e îro bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi guftûgoyên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bikin.
Derengê şeva bûrî şandeke Hikûmeta Bexdayê ku ji Wezîrê Darayî û Cîgirê Serokwezîr Fûad Husên, Wezîrê Petrolê Samir Xezban, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî Falih Feyaz û Rêvebirê Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Ebû Cîhad El Haşimî pêk hatibû, gihîşt Hewlêrê.
Şanda Bexdayê di serdana xwe de pirsên hevbeş û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftûgo dikin.
Serdana vê şandê piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Bexdayê re tê, ku bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re rêkeftibû ku çend komîte bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest bi guftûgoyan bikin.
S, B