Çekdaran bijîşkek û 5 welatiyên Efrînê revandin
Grûpên çekdarên ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 6 welatiyên Efrînê revandine ku di nava wan de bijîşkek heye û li hember berdana wî daxwaza 3 hezar Dolar kirine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdarên ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, 6 welatiyên Efrînê revandine ku di nava wan de bijîşkek heye û li hember berdana wî daxwaza 3 hezar Dolar kirine.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di berdewamiya bêdengiya Tirkiyê derbarê revandina welatiyên Efrînê de, çekdaran bijîşkekî Kurd ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê revandine.
Da zanîn jî, wê grûpê pêwendî bi hevjîna wî ya koçberî Ewropayê bûye kirine û li hember berdana wî hevjînê wê daxwaza 3 hezar Dolar kirine.
Herwiha Rewangehê diyar kir, grûpên çekdar 5 welatî ji gundên Anqele û Senarê yên navçeya Cindirêsê revandine û ber bi cihekî ne diyar ve birine.
Pêştir, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, li Efrîn bêhtir ji 2 hezar welatiyên sivîl ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û hîna çarenivîsa gelek ji wan ne diyar e.
S. B