Ebûbekir Karwanî: PKK şaşîyê dike; eger sîyaseta xwe bi ser Herêma Kurdistanê re bisepîne

Ebûbekir Karwanî, nivîskar û çavdêrî sîyasî di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan24, sîyaseta Partîya Karkerên Kurdistanê (PKKyê) li dijî Herêma Kurdistanê rexne kir û ragehand: Şeaşîye eger PKK sîyaseta xwe bi ser Herêma Kurdistanê re bisepîne û bîyanûyan bixe destên welatên derdor daku destwerdanên metirsîdar di akrûbarên Herêmê de bikin.

K24- Hewlêr

Ebûbekir Karwanî got jî: Pêwîste li hev têgihêjtin durist bibe û hewil bihê dan pirsgirêk bihên çareserkirin û di bazne ya Kurdînîyê de rol û berpirsyartî bihên par vekirin. Eger ev li hev têgihêjtin nebe, zîyanê bi Herêma Kurdistanê û PKKyê bi xwe jî digehîne.

Behsa wê yekê jî kir, ku Herêma Kurdistanê navend giranîya tevgera Kurdînîyê ye, nabe dest li wê bihê dan û pêwîste hemû alî parêzvanîyê ji destkevtên Kurd bike, daku Herêma Kurdistanê bibe çavkanîya hêvî û ûmêda rizgarbûna parçeyên din yên Kurdistanê, bi vajî ya evê yekê şikestina Herêma Kurdistanê  çavkanîya bêhêvêyê û naûmêdîyeke mezin bo xebata neteweyî Kurd li parçe yên din durist dike.

Karwanî tekez jî kir, ku nabe parçeyên din li çaverwanîyeka gelek mezin ji Herêma Kurdistanê hebe ku di şîyana Herêmê de nebe, çunku Herêma Kurdistanê girêdayî û hukmdayîye bi wê yekê ku kîyaneke di çarçove ya Îraqê de û sinûrên wê jî, sinûrên nêvdewletî ya welatekê ne û nabe bîyanûyan bixin destên welatên navçeyê daku destwerdanên metirsîdar di karûbarên Herêmê de bikin û givaşên zêdetir bixin ser Herêma Kurdistanê. Biryara yek alî zîyan heye û her sîyasetek jî di berjwendîya Herêmê de nebe bêguman nakeve di xaneya berjewendîyên PKKyê de jî.