Firokeyên Tirkiyê, li sinûrê Amêdîyê otombêleka PKKyê kirin armanc
Frokeyên Tirkiyê otombêleke PKKê li sînorê Amêdiyê kirin armanc.
K24- Hewlêr
Frokeyên Tirkiyê otombêleke PKKê li sînorê Amêdiyê kirin armanc.
Frokeyên cengîyên Tirkiyê otombêleke Gerîlayên PKKê li gundê Kaniya Mîska li devera Berwarî Bala ya ser bi qezaya Amêdîyê kire armanc.
Li gorî Zanyariyên Nûçegihanê Kurdistan 24 hemû ew kesên di otombêlê de canê xwe ji dest dane, lê ta niha hejmara wan nehatiye eşkere kirin.
Her ji ber wê burdûmanê, ziyanên madî gehiştiye ciheke geştiyarî li wê deverê.
Îro Frokeyên Tirkiyê pênc caran cadeya sereke ya gundê Dêreşîn a ser bi Amêdiyê ve bombebaran kirine.