Tirkiye: Em dixwezin devera ewle were avakirin û hêzên Tirkiyê di nav de be

Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got: Wan li gel Emrika li ser Deverên Ewle gotûbêj kirine.

K24- Hewlêr

Wezirê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar got: Wan li gel Emrika li ser Deverên Ewle gotûbêj kirine.

Akar da zanîn: Emrikî û PYD li rojhilata Firatê bi hev re ne û pêwiste Emrîka xwe ji wan rizgar bike.

Jibo Devera Ewle jî got: 30-40 km devera ewle werin avakirin û pêwiste leşkerên Tirkiyê jî di nav de be.

Hulusî Akar - Wezirê Berevanîya Tirkîyê, got: Babeta herî giring Rojhilata Firtaê ye, Hebûna YPG ye. YPG jî her PKK ye. Navbera wan de çi cudahî nîne. Ev rêxistin li gel Emrikiyanin. Bi hev re ne. Me gote wan ev ne raste. Em qebul nakîn korîdorek terorê ku ser welatê me durst bibe, em bipejirînin. Me got wan, xwe ji vane rizgar bikin.

Herweha  li ser pirsa devera ewle got: Me devera ewle gotûbêj kir. Wek Tramp gotîye 30- 40 km, jibo parastina gelê me, Em dixwezin devera ewle were avakirin û hêzên Tirkiyê di nav de be. Me hemû amadekarîyên leşkerî jî kirîne.