Pirsgirêka dersnûrkirina koçberên Suriyê li Tirkiyê

Piştî ku hikûmeta Tirkiyeyê biryara dersînorkirina koçberan da ji aliye gelek sazî û pisporan ve daxwaz ji hikûmetê tê kirin vê biryarê serast bikin û jiyana koçberan zehmettir nekin.

K24- Stenbol

Piştî ku hikûmeta Tirkiyeyê biryara dersînorkirina koçberan da ji aliye gelek sazî û pisporan ve daxwaz ji hikûmetê tê kirin vê biryarê serast bikin û jiyana koçberan zehmettir nekin.Li gor daneyan heta niha li stenbolê zêdetirî 6 hezar koçber hatîne girtin û ji van gelek koçber hatîne dersînor kirin . Hin Çavdêrên sîyasî yên Tirkiyeyê jî radgihînin gelek aliyên nijadperest yên Tirkiyeyê yek ji sebeba tekçûna aborîyê bi koçberan ve gire didin lewma fişar li ser hikûmetê kirine da ku biryara dersînorkirina koçberan bê sitandin.

Vegerandin û dersînorkirina koçberên ku li stenbolê dijîn ev demekê li tirkiyeyê bûye yek ji rojevên herî giring.Li gor daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê niha zêdetirî 547 hezar koçberên Suriyeyî li stenbolê navê xwe tomar kirine û wisa dijîn lê li gel vê yekê sed hezaran koçberên dî yên ku navê xwe li bajarên dî yên Tirkiyeyê tomar kirin kirin jî niha li stenbolê dimînin lewma biryara vegerandin û dersînorkirina koçberan ji stenbolê hatiye dayîn.Li gel koçberên Suriyeyî herwiha hezaran koçberên Afganî, Pakîstanî ,Afrîkayî û ji welatên dî yên ku ne yasayî li stenbolê dijîn jî têne dersînor kirin.Li ser dersînorkirin û vegerandina koçberan rêveberê platforma piştevaniya gelê Suriyeyê Xalit xoce ragihand li ser vê mijarê wan ligel rayedarên hikûmetê hevdîtin kirine û wan daxwaz ji hikûmetê kirine rewşa koçberan suriyê giran nekin û wan dersînor nekin.

Xalid Xoce-rêveberê platforma Piştevaniya Suriyê, got:''Piştî ku biryara dersînorkirin koçberan hat sitandin tişta ku me bihîstî hin koçberên Surîyeyî û Afganî bo welatê wan hatîne dersînor kirin.Me jî li ser vê yekê li gel rayedarên hikûmetê hevdîtin kirin û me got dibe ku ev biryar bibe sebeba hin tiştên nexweştir lewma rayedaran jî biryar dan heta 20ê tebaxê vegerandina koçberan bisekinîne.Me wek platform daxwaz ji rayedaran kir hem sazîyên sivîl yên Suriyê hem jî yên Tirkiyeyê di serast kirina biryarên wiha de cih bigirin da ku rewşa zehmet ya koçberan hêj zehmettir nebe. Hêvîdarim ev pirsgirêk bi awayeke baş bê çareser kirin.''

Şirovakarê sîyasî Îlhamî Işik jî radgihîne Tirkiyeya ku beriya çend salan ji her welatan koçber wergirtî niha ji ber fişarên aliyên nijadperest bi awayeke neyînî helwesta xwe guherandiye .Işik herwiha ragihand li Tirkiyê gelek alî yek ji sebebên xerabûna aborîyê bi koçberan ve girê dide lewma biryarek wiha hatiye sitandin.

Îlhamî Işik- şîrovekarê siyasî, dibêje:'' li Tirkiyeyê aliyen nijadperest ji ber hejmara zêde ya koçberan ,gelek pirsgirêkên wek civakî û xerabûna aboriyê bi koçberan ve gire didin.Ev hişmendiya nijadperestî dibe sebep ku biryarên wek dersînor kirina koçberan bê sitandin.Tirkiyeya ku beriya çend salan ji her welatan deriye

xwe xwe bo koçberan vekirî niha li dijî koçberasn gavan diavêje .Ev jî helwestek gelek xerab e. Hêvîdarim ev helwesta li dijî koçberan bê guhertin . ''

Li gor daneyên fermî li stenbolê zêdetirî 1 milyon û 69 hezar koçberên navê wan hatî tomar kirin hene û ji van jî zêdetirî 547 hezar kes ji koçberên Suriyeyî pêk tên. Piştî ku biryara vegerandina koçberan hatî sitandin jî zêdetirî 6 hezar koçber li stenbolê hatîne girtin û ji van nêzîkî hezar kes koçberên Suriyeyî ne û zêdetirî 2 hezar û 690 kes koçberên Afganî,hezar û 600 kes koçberên Pakîstanî Bangladeşî,Ozbek û yên welatên dî ne.Li gor rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê ji bilî koçberên suriyeyî koçberên ku hatîne girtin dê bo welatê wan bêne veguhestin.