Li Efrînê endazyarek Kurd ,ji alî polîsên leşkerî ve hate revandin
Ligor çavkaniyên xwecihî, Polîsên Leşkerî yên bajarê Efrînê, ku ser bi Tirkiyê ve ne, Endazyarê Kurd Xoşnav Hemo ji cihê karê wî li Civata Xwecihî ya bajarê Efrînê revandin e...
K24 – Navenda Nûçeyan
Polîsên Leşkerî yên Efrînê, ku ser bi Tirkiyê ve ne, Endazyarek Kurd revandin.
Ligor çavkaniyên xwecihî, Polîsên Leşkerî yên bajarê Efrînê, ku ser bi Tirkiyê ve ne, Endazyarê Kurd Xoşnav Hemo ji cihê karê wî li Civata Xwecihî ya bajarê Efrînê revandin e û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Xoşnav Hemo, li Civata Xwecihiya Efrînê, Serokê Odeya Endazyaran e.
Ligor Rêxistinên Mafên Mirovan, heta niha zêdetirî 2 hezar welatiyên Kurd, ku bi tohmetên cuda hatine girtin, di zîndanên grûbên çekdar û Artêşa Tirkiyê de ne.
C.B