Komîteya bilinda hevpişk di navbera Hewlêr û Bexdayê de ragehandinekê belav dike

Komîteya bilind a hevpişik a hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral, ragehandinek belavkir û têde behsa naveroka civîna evro ya şanda bilinda Bexdayê û hikumeta Herêma Kurdistanê dike.

K24- Hewlêr

Komîteya bilind a hevpişik a hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral, ragehandinek belavkir û têde behsa naveroka civîna evro ya şanda bilinda Bexdayê û hikumeta Herêma Kurdistanê dike.

Li gor wê ragehandinê, komîteya bilinda hevpişik, di civîna evro de,  behsa pirsa navçeyên nakokî li ser, arîşeyên darayî û budce û pirsa petrol û gazê kirine.

Wek di wê ragehandinê de jî hatîye, vekolîn li hûrgelîyên pirsên hilpesartî bi rê ya pêkanîna çend komîteyên teybetmendên teknîkî ji wezaretên peywendîdar dibe û ew komîte li jêr çavdêrîya komîteya Hevpişik dibin.

Biryare heftîya dahatî jî, civîna komîteyên teknîkî yên wezaretên peywendîdar li Bexdayê bihê encamdan.

 

Deqa ragehandina komîteya bilinda hevpişka hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta Fedral:

 

Evro, Pêncşembîyê, 25/7/2019, Bi serperiştî ya serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û cêgirê serokê hikumeta Fedral bo Karûbarên Wizeyê, Komîte ya Bilinda Hevpişk a hikumeta Fedral û hikumeta Herêma Kurdistanê civîya, ew komîte taybete bi çareserkirina arîşeyên hilpesratî di navbera herdû alîyan de, destb bi danûstandinan kirin bi mebsta vedîtina çareserke dadperwerane ya destûrî, bo wan arîşeyên hilpesartî.

Di seqayeka erênî, dostane û nîyaz pakîde, danûstandin hatin encadan li ser dosêyên serke, bi taybetî (dosêyên navçe yên nakokî li ser, arîşeyên darayî û budce û pirsa petrol û gazê).

Herdû alî jî rêkkevtin li ser danana mîkanîzmeka piraktîkî bo vekolînê li hûrgelîyên pirsên hilpesartî, bi rêya pêkanîna çend komîteyên teybetmendên teknîkî ji wezaretên peywendîdar û li jêr çavdêrîya komîteya bilind a Hevpişik.

Di civînê de, biryar hat dan ku peywendî berdam bin di navbera herdû alîyan de, bi arasteya vedîtina çareserîyên bingehî û destûrî bo tevaya pirsên hilpesartî, bi awayekê ku di xizmeta hemûyan de be û biryare komîteyên teknîkî jî,  heftîya dahatî li Bexdayê bicivin.