Erdogan: Amerîka û Ewropayê nekarin rê li pêşîya me bigerin
serokê Tirkyê ragehand, Amerîka û Ewropa nekare rê li pêşîya me bigrin ji parçe perçekirina koridora terorê li rojhilata Firat û ewên bi piştgîrîya Amerîkayê bimêranî dixurin sube dê biçin bin axê yan jî bi bêrûmetîyê dê razî bin.
K24- Hewlêr

Receb Teyîb Erdogan, serokê Tirkiyê got: Hevdîtinên me û Amerîkayê bo avakirina herêma ewle li ser sînorê Suriyeyê çi encam hebe bila bibe. Em rijd in korîdora terorê li rojhilata Firatê perçe perçe bikin. Ne dorpêçên Amerîkayê, ne dorpêçên Ewropayê û ne jî alîkariya dehan hezar tirêle yên çek û teqemenî yên ku bo YPGyê hatîne şandin, dikare rê li pêşîya me bigerin.
Herweha got: Em temaşe dikin çi pêwîst be em wê dê encam bidîn. Em destûrê ji ti kesî naxwazin û em dê bi serê xwe tevbigerin.
Li ser YPGyê jî got: Ewên ku îro bi piştgiriya Amerîkayê bi mêranî dixurin; sibe dê biçin binê axê yan jî bi bêrûmetiyê dê razî bin.