Li ser girtîyên Daişê, Rêkkevtineka nihênî di navebera Îraq û Firansayê de eşkera dibe
Rojnameyeke Firansî belav kirîye, ku Bexda û Parîs li ser pirsa girtîyên Daişî yên Firansî rêkkevtine.
K24- Hewlêr
Rojnameyeke Firansî belav kirîye, ku Bexda û Parîs li ser pirsa girtîyên Daişî yên Firansî rêkkevtine.
Berê Îraqê sizaya sêdaredanê bi ser hejmareke çekdarên Daişê re sepandibû, ku nijadname ya wan Firansî bû.
Rojnameya Matîç Parîs, evro belav kirîye ku rêkkevtineke nihênî di navbera Îraq û Firansayê de hatîye encamdan û balyozxaneya Firansayê li Îraqê û hewalgirîya wî welatî ew rêkkevtin wajû kirine bo vegerandina Daişên Firansî.
Amaje bi wê yekê jî daye, ku rêkkevtin bê rezamendî û çavdêrîya Civata Nwênerên Îraqê hatîye encamdan.
Behsa wê yekê jî hatîye kirin ku Firansa li hember her çekdarekê Daişê dû milyon dolaran dide Îraqê.
Wê rojnameyê aşkera jî kirîye, ku berê hêzên Kurdî li Suryayê li beranber her girtîyeke Firansî daxwaza 23 dolaran kirîye bo her rojekê.
Berê jî Firansayê 23 çekdarên girtî yên Daişê ji Suryayê veguhaztine bo Îraqê.
Desthilata dadwerîyê Îraqê di dema burî de, ji hejmara 13 çekdarên girtî yên Firansî di zîndanên Îraqê de sizaya sêdaredanê bi ser 9 Firansîyên çekdar di rêza Daişê de sepandibû.