Êzidî mîrekî nû destnîşan dikin
Îro li perestgeha Laleşê rêûresmek ji bo destnîşankirina mîrê nû yê Êzidiyan birêve diçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro li perestgeha Laleşê rêûresmek ji bo destnîşankirina mîrê nû yê Êzidiyan birêve diçe.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, îro li perestgeha Laleşê li Şêxanê, rêûresmek ji bo destnîşankirina Hazim Mîr Tehsîn Beg wek mîrê nû yê Êzidiyan birêve diçe.
Roja 28ê Çileya 2019an, Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê Mîr Tehsîn Beg li Almanyayê koça dawiyê kiribû, ji wê demê ve jî guftûgo ji diyarkirina mîrê nû tên kirin, Êzidiyan jî li ser destnîşankirina Hazim Mîr Tehsîn Beg lihev kirin û îro rêûresmeke taybet ji bo wê yekê birêve diçe.
Hazim kurê Mîr Tehsîn Beg e û sala 1963an li devera Baedrê jidayik bûye û ji sala 1989an ve wek Wekîlê Mîr bû.

S. B