Rêveberiya Xweser: Amade ne diyalogê bi Tirkiyê re bikin

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêkên bi Tirkiyê re ew amade ne danûstandinê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd diyar kir, ji bo çareseriya pirsgirêkên bi Tirkiyê re ew amade ne danûstandinê bikin.

Bedran Çiya Kurd ji K24ê re ragihand, heger Tirkiyê di bin navê avakirina herêma ewle biryara êrîşekê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide ewê bibe awayekî dagîrkeriyê û ev dagîrkerî dê mafê rewa dide me ku axa xwe biparêzin.

Diyar kir jî: “Em naxwazin bi bijardeyên leşkerî pirsgirêk çareser bikin. ew hewl didin bi riyên siyasî û diyalogê van pirsgirêkan çareser bikin. Em amade ne bi dewleta Tirkiyê re diyalogê bikin û nehêlin aramiya heye bê têkbirin û aloziyeke mezin derkeve.”