Dijeterora Kurdistanê agahdariyekê belav dike

Dijeterora Kurdistanê derbarê tohmetbarekî din ê xwaringeha Hewlêrê daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê da daxwaz ji hemwelatiyan hatiye kirin, her çi zanyarî di derbarê wî tohmetbarî de li ber destên wan hebin bidin hêzên ewlehiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şeva bûrî  Dijeterora Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê da hatiye aşkerekirin ku tohmetbarê bi navê Siyako Baqî Ebdulkerîm jî beşdarî di wê kiryara terorîstî ta ya roja 17ê Tîrmehê ya Hewlêrê de kiriye û tê de karmendekî Konsolxaneya Tirkiyê û du hemwelatiyên Kurd hatibûn kuştin.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî da Dijeterora Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyên dike ku herkesê zanyarî li ser tohmetbar hebe bi zûtirin demê da peywendiyê bi hêzên emnî yên Kurdistanê bike.

S. B