Li Stenbolê zarok bi kelecan fêrî zimanê Kurdî dibin
Komeleya Lêkolînên Kurdî ya stenbolêye îsal li gel kursên zimanê Kurdî yên ji bo mezinan, yekem car ji bo zarokan jî kursên zimanê Kurdî daye destpêkirin.
K24 – Stenbol
Ji aliye Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê ve ji bo zarokan kursên zimanê Kurdî hatiye destpêkirin. Di van kursan de zarok bi kelecaneke mezin fêrî zimanê Kurdî dikin. Rêveber û mamosteyên vê komeleyê jî radgihînin vekirina kursên bo zarokan ji aliye malbatên Kurd ve gelekî baş hatiye pêşwazîkirin. Ji ber wê ew dixwazin li gor derfetan li gelek taxên Stenbolê kursên zimanê Kurdî vekin
Komeleya Lêkolînên Kurdî ya stenbolêye îsal li gel kursên zimanê Kurdî yên ji bo mezinan, yekem car ji bo zarokan jî kursên zimanê Kurdî daye destpêkirin. Ev kursên ku ji bo zarokan tê dayîn ji 3 astan pêk tê û zarok her hefte rojekê li vê derê perwerdeya zimanê Kurdî dibînin. Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyûb Subaşî ragihand, piştî ku wan ji bo zarokan kursên zimanê Kurdî vekirin ji gelek navçeyên Stenbolê û bajarên derdora Stenbolê welatiyan xwestin ku zarokên xwe bînin qursên wan, lê ji ber ku wan tenê li cihekê ev kurs vekirine derfetên gelek kesan çê nebûn ku zarokên xwe bişînin kursên wan.Li gel vê yekê Subaşi ragihand eger derfetê wan çê bibe ew dixwazin li gelek tax û navçeyên Stenbolê kursên zimanê Kurdî vekin.
Rêveberê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyub Subaşi ji K24ê re got: ''Bi rastî gelek telefon dikirin, dixwestin zarokên xwe binîn kursên me, Lê wek hûn jî dizanin Stenbol bajarekî mezin e. Ji Beylîkdûzûyê heta Tuzlayê telefon dikin, ji Kocaelî û Bursayê telefon dikirin. Lê ji ber ku Kurs li vê derê ye birin û anîna zarokan zehmet e. Eger derfetê me hebe em li her taxê vekin mesela Bursa û Kocaelîyê vekin wê gavê pêşwaziya welatiyan ya bo qursan dê zêdetir bibûya.”
Mamosteya komeleya Lêkolînên Kurdî Zeynep Rana jî ragihand, zarokên ku ji bo fêrbûna zimanê Kurdî hatine kursên wan bi kêfxweşî û bi kelecaneke mezin fêrî Kurdî dibin û ew jî dixwazin vî zimanê dewlemend bigihînin nifşên nû.
Mamosteya Zimanê Kurdî Zeynep Rana ji K24ê re wiha axivî: ''Bêgûman fêrbûna zimanê dayikê gelekî giring e ji bo me hemûyan. Çiqas em zû destpê bikin hînbûna wê jî ewqas hêsantir dibe. Ziman tenê di axaftinê de maye dema ku zarok dibinin bi zimanê Kurdî pirtûk hatine nivîsandin pêşiyê hinekê şaş dimînin. Dibêjin ew çi ye û di serî de bawer nakin, lê piştre heta hêdî hêdî fêrî zimanê Kurdî yê nivîskî dibin ew hinekî dem digire lê bi keyfekê mezin tên û gelek hez dikin.''
Rêveber û mamosteyên komeleyê radgihînin ji ber ku hê jî li Tirkiyê zimanê Kurdî wek fermî nehatiye naskirin, gelek astengîyên mezin li ber zimanê Kurdî hene. Lê li gel vê ew dixwazin li gor derfetên xwe xebatên li ser Kurdî berdewam bikin.