Li Efrînê teqînekê rû da

Li nava bajarê Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê hejmarek kes birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li nava bajarê Efrînê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê hejmarek kes birîndar bûne.

Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re ragihand, îro berî bîstekê teqînek bi riya motorsîkleke bombekirî li taxa Mehmûdiyê li pêş xwaringeha Kebso rû da.

Wî jêderî da zanîn, li gor zanyariyên destpêkê 5 kes birîndar bûne û gelek ziyan gihîştine mal û dukanan.

 

Zanyarî tên..