Hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaza vegerandina mulk û malên hikumetê ji wezîrên berê dike

Hikumeta Herêma Kurdistan di daxuyanîyekê de daxwaz ji wezîrên kabîneya berê dike tevaya mulk û malên hikumetê vegerînin.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdistan di daxuyanîyekê de daxwaz ji wezîrên kabîneya berê dike tevaya mulk û malên hikumetê vegerînin.

Cotîyar Adil, gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyanîyek belav kir derbarê axivtinên Ebdulsitar Mecîd, wezîrê berê yê çandinê, ku di hinek dezgehên ragehandinê de behsa bexşîn û dîyarîyan bo wezîran kirîye. Di wê daxuyanîyê de hatîye : Em ji hikumeta Herêma Kurdistanê radigehînîn ku ti tiştek bi navê dîyarî nebûye û nîne, tenê bexşîn hebûye.

Amaje bi wê yekê jî kirîye: Di demeke de ku hikumeta Herêma Kurdistanê pêdaçûnê bi tevaya bexşînan dike, daxwaz ji hemû wezîrên birêz ji kabîneya berê jî dike, mulk û malê hikumetê ji otpmbêl, xanî û her  keristeyeke din ku di stûya wan de maye vegerînin.

 

Ev a xwarê jî deqa wê dauyanîyê ye:

Daxuyanîyek ji hikumeta Herêma Kurdistanê ve

derbarê axivtinên rêzdar Ebdulsitar Mecîd, weîzrê berê yê çandinê ku di hinek dezgehên ragehandinê de behsa bexşîn û dîyarîyan bo wezîran kirîye, Em di hikumeta Herêma Kurdistanê de radigehînîn ku ti tiştek bi navê dîyarî nebûye û nîne, tenê bexşîn hebûye. Hikumeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku pêdaçûnê bi tevaya bexşînan dike, daxwaz ji hemû wezîrên birêz ji kabîneya berê jî dike, mulk û malên hikumetê ji otombêl xanî û her keristeyek din ku heya niha di stûya wan de maye vegerînin.

 

Cotîyar Adil

Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê