Siyasetmedar û rewshenbir gotinên Duran Kalkan dinirxînin

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê, li Diyarbekirê; gotinên Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan nirxandin.

K24-Amed

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ên li Bakûrê Kurdistanê, li Diyarbekirê; gotinên Endamê Desteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan nirxandin. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr Sertaç Bûcak got; destkeftiyên Herêma Kurdistanê, destkeftiyên hemû Kurdên cîhanê ne û ev nêzîkahî nayê qebûlkirin. Nivîskar Îbrahîm Guçlu jî got ku; hemû keç û xortên Kurd ên ku di nav rêxistina PKK'ê de ne; ji bo maf û azadiyên welatê xwe têdikoşin; lewra nêrîna kesekî Tirk hest û nêrîna Kurdên nav rêxistinê temsîl nake.

Gotara Endamê Desteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê PKK'ê Dûran Kalkan ên ku di rojên dawîn de gotibû; "Heger parçeyên din ên Kurdistanê ne azad bin, Başûrê Kurdistanê jî nikare bi azadî bijî." Li Diyarbekirê, ji aliyê siyasetmedar û rewşenbîran ve hat nirxandin. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr Sertaç Bûcak; gotinê Kalkan bi van gotinan şîrove kir.

Sertaç Bûcak-serokê giştî yê PDK-Bakûr, got:"Ev nêzîkî 20 salan e li wê derê, wekî dewleteke defakto dimeşe. 2 sal berê, piştî referansûma serxwebûna Kurdistanê, gelek kesan digot; Herêma Kurdistanê têk çû. Lê me dît ku bi îstiqrareke siyasî, aborî û hem jî di ser pirsa Kurd û Kurdistaniyê de Herêma Kurdistanê heye. Ji ber vê yekê jî ev gotin pirsa qeweta Herêma Kurdistanê sist dike û dijminahiyê dike navbera parçeyên din ên Kurdistanê ligel Herêma Kurdistanê."

Di dewama gotara rêveberê PKK'ê Dûran Kalkan de hatibû gotin ku; "Heta ku li bakûr, rojava û rojhilat Kurdîtî bê qirkirin, dê başûr jî nikaribe bi rengekî azad bijî." Nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Guçlu jî gotara Kalkan şîrove kir û got ku ev nêrîn ne nêrîna Kurdên nav rêxistinê ye; wekî nêrîneke takekesî ye; lewra armanca her Kurdekî/ê azadî û serxwebûn e.

Îbrahîm Guçlu-nivîskar/şîrovekarê siyasî, dibêje:"Qesta Dûran Kalkan ew e ku di nav axaftinên wî de gef jî hene û ev bi awayekî vekirî ye û dibêje; hûn tu caran azad jî nabin, rehet jî nabin. Lê gelek tiştekî vekirî heye ku PKK bixwe dewleteke serbixwe naxwaze. Statuyeke Dewleta Federe ya Kurdistanê naxwaze, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwaze. Ew bixwe di rêxistinbûyînê de dibêje ez rêxistineke Tirkiyeyî me. Lê gelo çima rêxistineke Tirkiyeyî rasterast destwerdana Dewleta Federe ya Kurdistanê dike?"

Siyasetmedar û rewşenbîrên li Diyarbekirê; li ser gotara Endamê Desteya Rêvebir a PKK'ê Dûran Kalkan dibêjin; başûr ji bo Kurdên rojava jî, rojhilat jî û bakûr jî cihekî girîng digire û ji aliyê raya giştî ya Kurd ve jî tê dîtin ku başûr ji bo statuya rojava jî hewil dide; lewra divê destkeftiyên Herêma Kurdistanê, nebin stratejiyên siyasî û bîrdoziyê.