Hevwelatî nîgeranin ji sîyaseta PKKyê û bi metirsî dizanin bo ser Herêma Kurdistanê

Axivtinên vê dawîyê yên serkirdeyên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), bûyîne cihê nîgeranîya hevwelatîyên Herêmê û sîyaseta wê bi metirsekeke mezin dizanin bo ser asayîş û aramîya Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Axivtinên vê dawîyê yên serkirdeyên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK), bûyîne cihê nîgeranîya hevwelatîyên Herêmê û sîyaseta wê bi metirsekeke mezin dizanin bo ser asayîş û aramîya Herêma Kurdistanê.

Bi egera hebûna PKKyê li deverên sinûrîyên Herêma Kurdistanê, firokeyên cengîyên Tirkiyê, rojane ewan deveran dikin armancên firokeyan xwe. Bi egera wê yekê jî heya niha bi dehan hevwelatîyên sivîl li deverên wek Binara Qendîl, Kanî Masê, Berwarî Bala, Sîdekan, sinûrê qezaya Amêdîyê û bi dirêjahîya sinûrî, bûyîne qurbanî.

Çend caran jî hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandîye, pêwîste PKK xebata çekdarî û sîyasîya xwe veguhêze bo bakurê Kurdistanê û êdî ax û hevwelatîyên Herêma Kurdistanê nexe jêr metirsî û gefan de.