Hevwelatî û gefên Tirkiyê li ser Rojavaya Kurdistanê
Rewşeke metirsîdar û hestiyar ser vî sînorî ye, evder bajarê serê kaniyê ye li herdû aliyên sînor cengeke sar rû daye, gefên tirkiyê bo pêkanîna oprasiyoneke leşkerî dijî bakur û rojhilatî sûriyê berdewam in
K24- Rojavaya Kurdistanê
Rewşeke metirsîdar û hestiyar ser vî sînorî ye, evder bajarê serê kaniyê ye li herdû aliyên sînor cengeke sar rû daye, gefên tirkiyê bo pêkanîna oprasiyoneke leşkerî dijî bakur û rojhilatî sûriyê berdewam in, artêşa tirkiyê hêzên xwe li derdora girê sipî û sere kaniyê kom dike, dan û standinên di nav bera tirkiyê û emerîka de dê deverê bi ku ve bibin, diyar e ku ev gev bi awayekî cidî hêla her kesî ve tên girtin, eger şer rû bide ji bilî berevaniyê li pêş şervanan tune ye, encûmena leşkerî ya sere kaniyê dibêje ku ewê şerê xwe ta dawî bikin, û bi çi awayî dev ji xaka xwe bernadin.
Li nava bajêr rewş aram e, welatî bi awayekî normal jiyana xwe derbas dikin, lê her tirs ji ber van gefan heye, û bandorê li tevgera bazirganiyê jî dike, xelkên bajêr didin zanîn ku ew naxwazin tu şer li herêmê rû bide, nemaze ku serê kaniyê li rastî gelek şeran û wêranî û talaniyê hetiye, û piştî peydabûna aramiyê dixwazin ku wiha bijîn.
Tirkiyê û emeîka li ser avakirina deverke aram di nav gift û goyan de ne, û ta niha li ser şêweyekî hevbeş li hav nekirine, lê tirkiyê dibêje eger lihevkirin ser devera aram çêbibe yan na dê êrîşî bakur û rojhilatî sûriyê bikin, HSD dibêje ku avakirina devereke aram divî di bin kontrol û çavdêriyeke navdewletî be bêyî hebûna tirkiyê, di rojên bê de dê diyar bibe, gelo ev gef dê bikevin warê piraktîkê de yan jî wek carên berê tenê dê li ser ragihandi nê bin.