Li Kerkûkê zevî bi ser kesûkarên kuştîyên Heşda Şeibî dihê parvekirin

Evro,Dûşembîyê, Heşda Şeib li Kerkûkê ragehand: Kesûkarên kuştîyên Heşda Şeibî li Kekrûkê wek tevaya parêzgehên din ên Îraqê, zevî bi ser wan dê bihê parvekirin û ew dosê radestê alîyên peywendîdar hatîye kirin daku zevî bo wan bihê dîyarîkirin û bi ser kesûkarên kuştîyên Heşda Şeibî re bihê parvekirin.

K24- Hewlêr

Elî huseyînî, berpirsê ragehandina Heşda Şeibî bi mêdyayên Îraqê re ragehandîye: Hemû mafên kesûkarên kuştîyên Heşda Şeibî li Kerkûkê, wek mûçeya xanenişînîyê û imtîyazatên din hene û zevî didin wan li Kerkûkê.

Huseyînî gotîye jî: Dosêya parvekirina zevîyan bi ser kesûkarên kuştîyên Heşda Şeibî radestê wezareta şarvanîyê hatîye kirin û ti kêmasî jî bo kesûkarên kuştîyên Heşda Şeibî li Kerkûkê nehatîye kirin.

Herweha dibêje: Heşda Şeibî daxwaz ji alîyên Peywendîdar dike, zevîyan bo kesûkarên kuştîyên Heşda Şeibî li Kerkûkê dabîn bikin, heçende wan bersiveke erênî hebûye li ser evê dosêyê û li Kerkûkê zevîyan ji wan re dabîn dikin wek çawa li parêzgehên din hatîye encamdan.