Li Deverên Şirnex, Bedlisê û Mêrdînê Operasyonên Tirkiyê li dijî PKKyê berdewam dike
Li Deverên Şirnex û Bedlisê Operasyonek berfireh a Leşkerî bi alîkarîya balefir û firokeyên şer, berdewam dike.
K24- Hewlêr
Li Deverên Şirnex û Bedlisê Operasyonek berfireh a Leşkerî bi alîkarîya balefir û firokeyên şer, berdewam dike.
Operasyona Leşkerî ya li dijî Gerilayên PKKê, li Çîyayê Cudî û Gabar a Şirnexê berfereh bûye û balefirên şer, berdewam çîya û deverên daristan topbaran dike.
Li heman herêmê, di navbera Gerilayên PKKê û Leşkerên Tirkiyê de, şerên dijwar diqewim in.
Li Çîyayê Gabara Şirnexê jî, agir bi daristanan ket û hejmarek Gundên Suryaniyan, ji ber şewata daristanan hatin vala kirin.
Li devera Şêxhebîb ya Bedlisê jî, operasyona leşkerî berdewam e û di encama topbarana balefirên cengî yên Tirkiyê de, agir bi daristanan ketiye.
Li Gorî ragihandina Tirkiyê û Nêzî PKKê, kuşti û brindar hene.
Ji alîyek dein ve, li Navçeya Qoser a Bajarê Mêrdînê operasyonek li hemberî komek welatiyan hate encam dan û 8 kes hatin girtin.
Li Navçeya Qoser ya Bajarê Mêrdînê leşker û polîsan bi henceta alîkariya PKKê dikin, operasyonek encam da û 8 welatî hatin girtin.
Operasyon, di encama serdagirtina malan de pêkhat û 8 kesên ku hatibûne girtin, birin e asayîşa bajarê Mêrdînê.
Asayîşa Bajarê Mêrdînê da xûyakirin: wan li ser şopdarîyek demdirêj di navbera bajaran û torên komaleyetî de, ev operasyon encam daye.