Şerê PKK û Tirkiyê zîyaneke mezin gihandîye jîyan û jîyara gundîyên başûr
Jiber hebûna gerîllayên PKK li gundên sînorê parêzgeha Dihokê, û bordumanên balefirên şerî yên Tirkiyê, ziyanek mezin gihiştiye şivan û ajeldarên devera Amêdiyê û ji tirsa bordumanan, nikarin pezê xwe li çiya û zozanên gundewarên xwe, biçerîn in.
K24- Dihok

Roj b rojê ji encamê hebûna gerîlayên PKKyê, budûmanên firokên Tirkiyê li cihên cudacudayên sinurê devera Amêdîyê zêde dibe. Ev yekê jî bandoreke rasterast li ser jiyana hevlatîyan kirîye. Hemdî çend sal in şvane, lê niha ew perîşan maye û nikare pezê xwe li çiyay û zozanên gundê xwe biçerîne. Hinek caran ji tirsa firokeyan nekare ii derdurên gundê xwe dûr bikeve.
piranîya hevwlatîyên wê deverê jiyana wan li ser xwedîkirina terş û gewalan bazirganîkirinê bi wan terş û gewalan dijîn lê niha bi egera şerê PKK û Tirtkiyê roj bu roj hejmara ajelên wan kêm dibe û êdî nekarin bi sanahî bixwedî bikin...
Şerê dinavbera PKK û Tirkiyê rojê bi roj dijwartir dibe û ev çend jî bûye egera wê yekê ku hevwlatî û xwedîyên terş û gewalî rastî zyanên mezin bibin.