Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, peyameke serexweşîyê arasteyê Şahê Seûdîyê dike
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, peyameke serexweşîyê arasteyê şahê Erebistana Seûdîye, şah Selman Bin Ebdulezîz kir bi boneya koça dawîyê ya birayê wî yê mezin, mîr Bender Bin Ebdulezîz.
K24- Hewlêr
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, peyameke serexweşîyê arasteyê şahê Erebistana Seûdîye, şah Selman Bin Ebdulezîz kir bi boneya koça dawîyê ya birayê wî yê mezin, mîr Bender Bin Ebdulezîz.Mesrû Barzanî, serokê wezîrên Herêma Kurdistanê, serexweşî arasteyê şah Selman û malbata wî kir û hevxemîya xwe derbirî û hêvî ji xwedayê mezin xwazt ku mîr Bender bi beheşta xwe şad bike û hedarîyê bide malbata wan.