Li Efrînê 9 welatî hatin revandin

Binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê ve roj bi roj zêde dibe û bêyî ku sedem û tometa wan bê zanîn di çend rojên dawiyê de 9 welatî hatine revandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Binpêkirinên mafên mirovan û revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar û artêşa Tirkiyê ve roj bi roj zêde dibe û bêyî ku sedem û tometa wan bê zanîn di çend rojên dawiyê de 9 welatî hatine revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpên çekdar ji roja 20ê vê mehê ve 5 welatî (Hanî Ebdo Sîdo, Heysem Menan Bekir, Îsa Şehadê û Xelîl Henan Demircî, Arif Mihemed Ebdo) li gundên Anqelê û Merwaniyê revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Wê rêxistinê ragihand jî, roja 24ê vê mehê leşkerên Tirk ligel grûpeke çekdar bi ser avahiya Encûmena Efrînê ya Sivîl de girt û Serokê Odeya Endezyaran Xoşnav Hemo revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Herwiha da zanîn jî, Polîsa Leşkerî ligel hêzeke Tirkî bi ser gundê Karo yê navçeya Bilbilê de girtin û Muxtarê gund û 2 gundiyên din revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê yekê jî kir, ji roja 25ê vê mehê ve endamê Encûmena Xwecihî ya Bilbilê Mihemed Şaban ji aliyê grûpeke çekdar ve hatiye revandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an ve, heta niha bi hezaran welatiyên Kurd ên Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wan ve hatine revandin û li gor zanyariyên hîna zêdetir ji hezar welatî revandî ne.

 

S. B