HDP: Çareserkirina pirsa Kurd ji desthilatê re bihêlin
Hevserokê HDPê Sezai Temelli li Diyarbekirê got: Ew nikarin çareserkirina pirsa Kurd ji desthilata Tirkiyê re bihêlin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê Sezai Temelli li Diyarbekirê got: Ew nikarin çareserkirina pirsa Kurd ji desthilata Tirkiyê re bihêlin.
Hevserokê HDPê Sezai Temelli bi nûnerên rêxistinên Karbidestan re kom bû û da zanîn, ji ber ku hikûmeta Tirkiyê di şerê li hemberî Kurdan de rijd e, rêjeya hejariyê herroj zêdetir dibe.
Temelli pirsgirêkên aboriyê bi helwesta şerê li Bakurê Kurdistanê ve girê da û got: Hemû dahata aborîya Tirkiyê ji şerê li hemberî Kurdan de tê xerçkirin.
Hevserokê HDPê siyaseta hikûmetê rexne kir ku ji bo çareseriya pirsa Kurd çi gavan navêje û bi bijardeya şer dixweze encamekê bistîne.
Li hemberî vê helwesta hikûmetê, temeli diyar kir, ew jî dixwezin li gel Hevpeymaniya Demokratîk pirsa Kurd bi rêya destûrê çareser bikin.
S. B