Omer Osê bo HSDê: Vegere hembêza rêjîmê
Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê Omer Osê hişyariyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka glopa kesk ji Tirkiyê re vêxistiye ta ku êrîşî rojhilatê Firatê bike û bang li HSDê dike ta ku vegere hembêza Sûriyê.
K24 – Navenda Nûeçeyan
Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê Omer Osê hişyariyê dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka glopa kesk ji Tirkiyê re vêxistiye ta ku êrîşî rojhilatê Firatê bike û bang li HSDê dike ta ku vegere hembêza Sûriyê.
Parlemanter û Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê Omer Osê ji rojnameya “Watan” a Sûrî re ragihand, Amerîka û Tirkiyê li ser operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê lihev kirine û Amerîka glopa kesk ji Tirkiyê re vêxistiye, lê ew wê yekê ranagihînin û dibêjin ku danûstandinên wan li ser avakirina navçeya ewle bê encam mane.
Osê bang li HSDê dike, da ku hevrêziyê bi rêjîma Sûriyê Sûriyê re bike û odeyeke operasyonan a hevbeş damezrînin û hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê bi artêşa Sûriyê re rûbirûyî dagîrkeriya Tirkiyê bibin.
Osê amaje bi wê yekê kir, daxuyaniyên Tirkiyê yên piştî serdana Nûnerê Amerîkî bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery ji Tirkiyê re, bi tiştê li ser erdê re dibe nagune û têgihêştineke Amerîkî – Tirkî çê bûye da ku Tirkiye êrîşî rojhilatê Firatê bike.
Diyar kir jî, eger e êrîşa Tirkiyê di qonaxa yekem de ji Minbicê ve destpê bike, piştre Kobanî û piştre Serê Kaniyê û derdora wê be.
Osê hişyarî da HSD û got: Gefên Tirkiyê vê carê cidî û metirsîdar in û Amerîka dê fişarê li HSDê bike da ku projeya Amerîkî – Tirkî bipejirîne.
S. B