Dadgeha Fedrala Îraqê: Madeya 140 berdewam dibe heya dihê cîbicîkirin

Dadgeha Bilinda Fedrala Îraqê civîneke Taybet li ser madeya 140 encam da û gotebêjê dadgeha Fedral bi Kurdistan24 re ragehand: Pêwîste xalên madeya 140 ji destûra Îraqê bihê çareserkirin.

K24- Bexda

Dadgeha Bilinda Fedrala Îraqê civîneke Taybet li ser madeya 140 encam da û gotebêjê dadgeha Fedral bi Kurdistan24 re ragehand: Pêwîste xalên madeya 140 ji destûra Îraqê bihê çareserkirin.

Di civîna dadgeha Bilinda Fedrala Îraqê de, biryara berdewambûna madeya 140 ji destûra Îraqê hatdan heya ew made cîbicî dibe.

Eyas Samok, gotebêjê, Dadgeha Bilinda Fedralîya Îraqê bi Kurdistan24 re ragehand: Dadgeha Fedralî di civîna evro Sêşembîyê 30/7/2019 de, biryara berdewambûna madeya 140 ji destûra Îraqê daye û heya dema cîbicî dibe.

Got jî, destûra Îraqê, desthilat daye hikumetê daku ew pêngavên pêwîst bo cîbicîkirina wê madeyê bihavêje.

Amaje bi wê yekê jî daye, ku li gor destûrê divê ew madeya ku taybete bi çareserkirina arîşeyên deverên nakokî li ser bi temamî  bihê cîbicîkirin. di dema burî de pişkek ji firakisyonên sîyasî yên Îraqê, hewil dan bi rêya dadgeha Fedralî ve wê madeyê nehêlin ku taybete bi çareserkirina deverên Kurdistanî li derveyê rêveberîya Herêma Kurdistanê.