Rewangeha Sûriyê zêdetirî ji 1750 welatiyên Sûriyê bûyîne qurbanîyên bazirganiya mirovan
Rewangeha Sûriyê eşkere dike zêdetirî 1750 welatiyên Sûriyê di çarçoveya bazirganiya mirovan bûne qurbanî.
K24-Hewlêr
Rewangeha Sûriyê eşkere dike zêdetirî 1750 welatiyên Sûriyê di çarçoveya bazirganiya mirovan bûne qurbanî.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan di roja rûbirûbûna bazirganiya mirovan raportek belav kiriye û di raportê de hatiye ku ji encama bazirganiya bi mirovan li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê yan ji derveyî sînor zêdetirî 1750 welatiyên Sûriyê bûne qurbanî.
Rewangehê ragehandiye ku hejmarek ji welatiyên Sûriyê li ser sînorê Tirkiyê bi guleyên cindirmeyan hatine kuştin, herwiha li ser destê girûpên çekdar yên li Efrînê hatine revandin û kuştin û beramber berdana wan jî daxwaza pereyan tê kirin.
Ji aliyekî din ve Rewangehê daye zanîn ku heta niha leşkerkirina zarokan li cem HSDê berdewam e, û ev yek jî wek bazirganiya bi mirvan hejmariye.