Serokê Herêma Kurdistanê bi cuda li gel Konsolê Kuweytê û Konsulê giştî yê Çînê civiya
Di civînekê de Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Dr Omer Elkenderî Konsolê Kuweytê li Herêma Kurdistanê, tekez kir ku Mîrê Kuweytê û Hikûmet û xelk wê bi geşbîniyê ve temaşa berev pêşvebirina peywendiyên xwe yên li gel Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî dikin. Li vî derbarî de balkişandin li ser konferansa avadankirina Iraqê ku li Kuweytê hatibû encamdan.
K24-Hewlêr

Li civîna ku nîvro ya îro sêşem 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, Serokê Herêma Kurdistanê spasî hevkariyên miroviyên Mîr û Hikûmet û xelkê Kuweytê ya ji bo koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û vekirina wan ya beramber bi Iraq û Herêma Kurdistanê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir berev pêşvebirina peywendiyên li gel Kuweytê dûpat kir.
Her wiha serokê Herêmê piştgîriya xwe ya ji bo bi cîhkirina rasparde û biryarên konferansa avadankirina Iraqê de nîşan da û hêviya hatina zêdetirê veberhênerên Kuweytî ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê xwest.
Nirxandina rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û qonaxa piştî şerê Da’îş û çend babetekî peywendîdar bi rewşa emnî ya Rojhilata Navîn, mijarên dinên civînê bûn.
Herweha ji alîyek din, Konsulê giştî yê Komara Çînê li herêwêma Kurdistanê xwesteka welatê xwe bo pêşxistina zêdekirina peywendiyên xwe ligel herêma kurdistanê tekez dike
Serokê Herêma kurdistanê ligel Nî Ruçî , Kunsulê giştî yê komara Çînê li herêma kurdistanê û şandeke pêre civiya.
Serokê herêma kurdistanê tekezî liser peywendiyên herêma kurdistanê û Çîn di warên abûrî , barizganî , pîşesazî , rewşenbîrî û kilturî , perwerde , xwendina bilind û pêşixtina wan kir û di vê derbarê de amadehiya herêma kurdistanê bo her alîkarîyekê û hemahengiyekê nîşan da.