Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Holenda li Iraqê kir

Di hevdîtinekê de Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Matthijs Wolters Balyozê Holenda li Iraqê de ku erkê wî bi dawî tê, spasî piştgîriya Serokê Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê li kar û çalakiyên wan kir,

K24- Hewlêr

Di hevdîtinekê de Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Matthijs Wolters Balyozê Holenda li Iraqê de ku erkê wî bi dawî tê, spasî piştgîriya Serokê Herêma Kurdistanê û sazî û dezgehên peywendîdarên Herêma Kurdistanê li kar û çalakiyên wan kir, her wiha dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve temaşa berev pêşvebirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dike û pêzanînên xwe ji bo hevkariyên Herêma Kurdistanê ya ji bo koçber û penaberan‌ jî nîşan da.

Li hevdîtina ku piştî nîvro ya Îro sêşem 30/07/2019 li Hewlêrê birêveçû, Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî bilind nirxandina kar û çalakiyên Wolters û hêviya serkeftin xwestina li erkê wî yê nûda, tekez li ser daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Holenda kir û tîşk xiste li ser qonaxa niha ya peywendiyên Hewlêr û Bexda. Her wiha aramiya Iraqê bi cihê girîngî pêdana Herêma Kurdistanê da zanîn û bi kurtî behs li ser ewlewiyata qonaxa paşarojê jî pêşkêş kir.

Nirxandina berev pêşvebirina peywendiyên aboriyên Herêma Kurdistanê û Holenda, mijareke dinê vê hevdîtinê bû.