Êzdî ji veguhaztina malbatên Daişê ji Suriyê bo Îraqê nîgeranin

Veguhestina hejmarek ji malbatên çekdarên DAIŞê bo kampa Neynewa, bûye cihê dilgiraniyê, di nava civaka Êzîdiyan, ku dibe hin revandiyên Êzîdiyan di nava wan de hebin. Aliyên pêwendîdar jî dibêjin, divê komîteyek ji bo bidûvçûn a liser wan malbatan were kirin.

K24- Şengal

Biryara veguhaztina zêdetir ji 30 hezar malbatên teroristên Daişê ji Suriyê ve, bi rêya derazînka Rebîe bo nava axa Îraqê û akincîkirina wan li kempa Cedie ya ser bi Hemem Elîl li parêzgeha Neynewa dengvedaneke mezin duristkirîye netenê di nav Êzdîyan de lê alîyên peywendîdar jî hatîne deng.

Li ser rizgarkirîyên di destên Daişê de bûn, berpirsê nivîsîngeha rizgarkirina girtîyên Êzdîyan, dibêje: Me zanyarî hene ku ew malabatên Daişê ewên vedigerin Îraqê bi sedan girtîyên Êzdîyan têde hene.

Piştî şerê Baxozê, şer li dijî teroristên Daişê bi dawî hatîye, lê piştî rizgarkirina baxozê tenê sê hezar Êzdî bê sorax mane, lewma kesûkarên wan dixwazin her malbatek dema bihê di nav Îraqê de pişkinîna wan bihê kirin.