Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê cejna Çileya Havînê li Êzdîyan pîroz dike

Bi boneya cejna Çileya Havînê ya Êzdîyan, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahîyê arasteya Êzdîyên Kurdistanê û cîhanê kir.

K24- Hewlêr

Bi boneya cejna Çileya Havînê ya Êzdîyan, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahîyê arasteya Êzdîyên Kurdistanê û cîhanê kir.

Ev jî deqa wê peyamêye:

Bi boneya Cejna Çileya Havînê pîrozbahîyeke gerim li xûşk û birayên Êzdî yên Kurdisatnê û Cîhanê dikim, hêvîdarim di seqayeke aram û bextewer de evê cejnê birêve bibin.

Hewe diltenah dikîn ku hikumeta Herêma Kurdistanê, her tiştek di şîyana wê de hebe bo zêdetir xizmetkirina xuşk û birayên me yên Êzdî, kêmkirina azar û meynetên wan, hewildan bo vegerandina birayên me ji Êzdîyên aware bo deverên xwe li sinûrê Şengal û Behzanê û herweha dûvçûnê bo zanîna çarenivîsa hemû qurbanîyên destên teroristan dê encam bide.

Mesrûr Barzanî,

serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

30/7/2019