Parêzgarê Mûsena daxwaza lêburînê ji gelê Kurd dike
Piştî bûyera ser wê gora bikom a enflakirîyên Kurd li bîyabanên Semawe, ku rê nedan ala Kurdistanê bihê hildan, Ehmed Menfî, parêzgarê Mûsena di daxuyanîyekê de, daxwaza lêbûrînê ji gelê Kurd kir û ragehand: Reftarê wî efserî, li rêgirtinê ji hildana alaya Kurdistannê, retareke take kesîye û ne rengvedana helwêsta me ye beranbera bi gelê Kurd.
K24- Hewlêr
Piştî bûyera ser wê gora bikom a enflakirîyên Kurd li bîyabanên Semawe, ku rê nehat dayîn ala Kurdistanê bihê hildan, Ehmed Menfî, parêzgarê Mûsena di daxuyanîyekê de, daxwaza lêbûrînê ji gelê Kurd kir û ragehand: Reftarê wî efserî, li rêgirtinê ji hildana alaya Kurdistanê, retareke take kesî ye û ne rengvedana helwêsta me ye beranbera bi gelê Kurd.
Di wê daxuyanîyê de hatîye: Ez li batî tevaya xelkê parêzgeha Mûsena daxwaza lêburênê ji gelê Kurd dikim li beranber wê reftara efserekî polîsan encam da.
Parêzgarê Mûsena dibêje: Reftarê wî efserî pêşêlakarîye û rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî wî werdigirîn.
Ev jî di demekê de ye, ku hinek çavkanî dibêjin piştî ku ew efserê Îraqî ev pêşêlkarî encamday kavedanê tund bi dûv xwe re anîn û bi biryareke rêveberîya parêzgeha Mûsena ew efser hatîye girtin û rûpelên vekolînê li dijî dihên vekirin.
Evro di dema vehildan goreke bi kom li bîyabanên parêzgeha Mûsena, efsereke polîs ji wê parêzgehê rêgirî ji hildana alaya Kurdistanê ji alîyê yek ji kesûkarên enfalkirîyan kir. Evê yekê jî karvedanên tund ji alîyê xelkê Kurdistanê û alîyên Kurdistanê bi dûv xwe re anî.