Tirkiyê hêza xwe li ber sînorê Rojava zêde dike

Artêşa Tirkiyê karwanek din a leşkerî şand Serêkaniya Bakurê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê karwanek din a leşkerî şand Serêkaniya Bakurê Kurdistanê.

Tevgera leşkerî ya Tirkiyê ber bi sinorê Rojavayê Kurdistanê ve berdewam e û artêşa Tirkiyê karweke din ya hêzên komando şand ser sinorê Rojavayê Kurdistanê.

Hêza leşkerî ku ji tirimbêlên zirîpoşan û 12 otobûsan tije leşker pêk hatibû, li Serêkaniya Serxetê ser sinorê Rojava hatin bicîhkirin.

Karwanê leşkerî di bin ewlekariyek tund de, bi tevî tirimbêlên hewarhatinê nava bajêr re derbaz bûn.

Demeke gefên Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê zêde û tund bûne. bi taybet piştî ku piştî serdana vê dawiyê ya Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffery ji Tirkiyê re, ku hat gotin Tirkiye û Amerîka li ser avakirina deverke aram li ser şêweyekî hevbeş li hav nekirin.

 

S. B