Mesrûr Barzanî: Hîna DAIŞ li ser ewlehiya navçê gef e
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigihîne, ji ber nearamiya hin navçeyên Iraqê, şaneyên razayî yên DAIŞê dest bi tevgerê kirine û hîna DAIŞ li ser ewlehiya navê jî gef e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigihîne, ji ber nearamiya hin navçeyên Iraqê, şaneyên razayî yên DAIŞê dest bi tevgerê kirine û hîna DAIŞ li ser ewlehiya navê jî gef e.
Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke leşkerî ya Amerîkî bi serokatiya General Gregory Kreuder kir.
Di civînê de guftûgo li ser dawî rewşa navçeyên cuda ên Iraqê hate kirin û tekezî li aktîvkirina meydayî û mîkanîzma hevahengiya hevbeş a di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hate kirin.
Şanda Amerîkî tekezî li wê kir, hevkarî û hevahengiya bi hêza Pêşmerge re ji bo serxistina proseya çakaziyê di navbera yekîneyên Pêşmerge de berdewam dibin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî ku spasî li Hikûmeta Amerîka kir ji bo hevkariya bi hêza Pêşmerge re, ragihand, ji ber nebûna aramiyê li hin navçeyên Iraqê, şaneyên razayî yên DAIŞê dest bi tevgerê kirine û got: Hîna DAIŞ li ser ewlehiya navçê gef e.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, ji bo nehîştina gefên teroristan, pêwîst e sedemên serîhildana tundûtûjiyê bêne jinavbirin, ew jî yek jî bi riya çespandina binemayên yeksanî, dadperwerî û hevqebûlkirinê bicih dibe.
S. B